9.06.2013

Seyrgaha ezmên..







em her du jî karin dilê xwe bi hev şa bikin û berê xwe bidin ezmên
ji van çirayên korik ji van neyşekeran
ji van diranên zarokên berşîr ji tavê ji gil û giyayên ziyanok
min ji destê van çavên heta ber destê sibê vekirî xilas bike
vî destê min ê tirsonek bigire di cihê xwe de nasekinin
xwe ji ser van malan re biqevêze ji ser van û ji ser yên he re jî
û were em berê xwe bidin ezmên

em ê niha bên filan sekingehê berê me li ezmên be bila
em ê bêjin me li filan derî peya bike otobûs ê bisekine em ê peya bibin jê
ev tarî û zilumata şevê xweş e halo bi xwudê helala xwudê heye
herkes bi xew ve here bila xweş e halo kêfa min jê re hat
pêxwas polîs têr û birçî herkes bila rakeve
bila herkes rakeve bes ez nahêlim tu rakevî û ez jî ranakevim
dema kes li cem me nema em dibin em em ranekevin
serî li me xweş bûye ji xwe kengî mabe em ê dev û lêvên hev bidin ber maçan
bela xwe ji min veke tu berê xwe bide ezmên

di vî destê te de çi heye nizanim were em berê xwe bidin ezmên
kengî digirim pê xurttir dibim qerebalixtir dibim
ev çavên te yên zemanê berê wekê daran wekê ku tenê mabin
çavê xwe berdidim te ji bo dilê min li te germ bibe germ dibe
min tu girtî û anî vî cihê asê
çi qas pencereyên te hebin min hemû yeko yeko dadan
ji bo tu berê xwe ji min banedî min hemû yeko yeko dadan
çend deqe dî re otobûs tê em ê lê siwar bibin û lêbidin herin
cihekî ku rev û veger jê re nîne bineqîne wekê dî na
destên te û destên min besî hev in bêje erê
min tu girtî û ji xwe re hilanî nesekine xwe bîne bîra min
nesekine xwe bîne bîra min
nesekine were em berê xwe bidin ezmên


helbest: turgut uyar - göğe bakma durağı

wergera ji tirkî bo kurmancî: pezkûviyê cûdî



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder