16.02.2020

provayên jihevçûnê




‘''carina heta bi dengê kaniyekî jî ji xew hildipekîm, carina
jî bi tu tiştî şiyar nedibûm. zimanê min ê ku berî te li bi hezaran peyvan
digeriya, piştî te li peyvekî jî negeriya. ji min çi ma ji te re, nizanim.
ewrên te vebûn, bêya te danî, barana te vekir. tevî rojê di destê min de
qirşek: min bi erdê re bir û anî. vegeriyam malekî carinan. li ser radyoyeyeke
vekirî: pînk floyd: wa ewê li wê! dikarî arî min, vî kevirî ji vir rakî? carinan jî
bûm teht û latên tijî kun û qelîştek. refên reşêleyan çawa xwe li min diqelibandin te yê bidîta,
carinan jî bûm çiyayên ku bi ser rengê sifir ve diçin. bi agir min xwe digihand hemû cihên agirgirtî
lê min av reşand, piştî ku te pişta xwe da min. sê caran min tu maç kirî ji eniya te.
peyva evînê, ku ev bû sê car xwe jê didim aliyekî lê êdî nikarim xwe ji herfeka wê jî vedim.
carina li ezmanan û carinan jî li erdê, nêrî min. di binê her kevirekî de li tişteke geriyam
ku ez jî nizanim çi ye. te dît giyan e, te berev xwe ve dikişîne, te li cem xwe dixwaze
carinan. neçûm. min da ser rêya malekî carinan. ku bi ser de êvaran dadiweşînin.
ku hejmara derînceyên wê her yek e. û di hemû dîwarên wê de dengê avê ye tê.
maleke ku bi dengê pahniyan re civatê datîne. min da ser rêya malekî
ku deriyên wê yek vedibe yek tê girtin.

heta li dinyayê jî hilhatim, lê li nivînekî hilnehatim.''


Kemal Varol – Ayrılık Provaları


(Wergêra ji Tirkî bo Kurmancî: Pezkûviyê Cûdî)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder