9.06.2013

Sîbera flamenkoyê li ser axîn û axa kurdî-stanê..




ganî mîrzo mûzîsyeneke kurd e ku li spanyayê li paşfona rîtm û newayên kurdî û kurdistanî mûzîka flamenkoyê îcra dike..
ganî mîrzo di sala 1968'an de li qamişlo çavên xwe li dinyaya gewrik vedike, piştî zarokaniya xwe bi malbata xwe re bar dike helebê. hê di çar saliya xwe de dihewise mûzîke û pê re dersa ûd û şanê ji mûzîsyenên wî wextî yên wekê nurî esqadar û qedrî dala dîstine û di konservatuwara helebê de perwerdehiya mûzîkê distîne. demekî li ser mûzîkên hîndîstan, îran û kurdistanê dişixule û di ber vî şixulê xwe re haya wî ji mûzîsyenê navdar yê kurd zîryab çêdibe û dest bi xebatên li ser terzên kurdî yên ku bingeha şaristaniya mûzîka endûlûsê ava kiriye dike. di sala 1987'an de li bajarên wekê barcelona, cordoba, malaga, valencia û santîagoyê yên spanyayê konsêrt û ahengên mezin dide û li van bajaran li ser mûzîkên spanî yên esil-kurdî jî dişixule. di demekî kin de navê wî li gelek welat û bajarên ewropayê belav dibe û li bajarên wekê parîs, brûksel û berlînê konsêrtan dide û di ber van konsêrtan re jî li van bajaran dersa mûzîka ku îcra dike jî dide xelkê..

di sala 1990'an de li forûma çandê ya dinyayê bi dananasîn û danezana xwe ya derheqê tesîra mûzîka kurdî ya li ser mûzîkên din yên cîhanê de bû û bestekirina 54 meqamên cuda yên helbestên şairê navdar ê kurd ehmedê xanî bala gelek otorîteyên mûzîkê dikişîne. di sala 1994'an de li konservatûwara lîceuyê di warê mûzîkên rojhilatê de bi manuel granadus re kar dike û heta sala 2000'î dersa mûzîkê dide bi sedan xwendekaran. di sala 1995'an bi navê ganî mîrzo trio komekî ava dike û terzek nû bi îcrakirina terzên nû yên mûzîka kurdî didêrîne. ganî mîrzo wek daner û damezrînerê stîla myrzaî ku wek jazza kurdî jî tê nasîn ku ji flamenkoyên ku bi saz û amûrên kurdî tên îcra kirin pêk tê tê nasîn û zanîn û vêga serokatiya akademiya mûzîkên rojhilatê ya zîryabê ya li barcelonayê dike û heta niha sê albûmên wî yên bi navê ronî, totico û 1001 noches derketine piyasê..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder