Ez hatim bi birîna xwe ya hûnik dinyayek û du welatên cuda
bi mirinê ket; ew guvîna li pey xelkê. Ez
hatim
mîna kursiyeke takekesî, û pê re xwê
reşand min
ser neynûkên xwe: tarî û zilûmat, û
şevereş
bi baraneke diltezÎn bû nalîna pisîkan, ji
bo êvarê
hêz û niyet: diyalektîk! Dayîkek: bi qasê
ya herkesî;
reşgirêdayî û li ber sekeratê! Di devê
çemberê de!
Dixişikî bajar ji bin baskê çivîkan. Min
sar bû
Diricifîm ji derve mîma çêm. Dil ket
kêreka kevnik. Rabûm min derxist ji derve
helbest biçekî li ser xwe gerand. Berev
bakur ve pêncî sal berê
sû ketibûn deşt û newal: malêêê kes nîne
qey kes nîne kes
Xwudê kir roj li cihê xwe ye hê jî. Li
cihê xwe
ne semptomên dînîtiyê. pêjn, şêwe,
û hemû ew saw û sepet; destên zarokekî
biçûk bin eger
Ji bo bê belkî berêvarek bû hêvî
ji bo me şekirê qulqulî, pimpimok, nanik..
teraf ma li şûna wan. Xalên bêserûşûn û
lawija mirmirkî ya diya min. Çimkî
teqwîm tunebû li mala me. Feqîrî hebû.
Birayên min
gurrî! Ez menenjît ,sorik! Zarokên
rûpembîşok dileyîstin di nav pirtûkên me
de! Û
cinaze! Cihokên xwînê! Qirş û qal! Furze!
Bi hezaran mirin! Dirêj kir nimêja pîrika
min. Dua min ji Xwudê:
''Îşev radizêm ya Ellah
Siba radibim înşaellah
Eger hat û mirim eşhedû en la îlahe
îllalah''
serkêşên dengzengil, miqamên giran.. çi
qas
îlac hebû di heqîba wan de. Dema pif
dikirin Samsunê
dûyê wê diçû heta erşê hefta. Wisa
serbilind û dilpak. Destên wan ên mezin
ji bo destê xwe bi serê me ve bînin. Ji
çivîkan bêtir
me ew didîtin li şikeftan! Hevalên jin;
niha
bêhna xwê tê ji gerdena wan a şil ji
destmalkên sor
Qelemên min ên deyn hebûn. Min dida ser
sloganên jêçûyî
Ez ê: qiyameta xwe! Nedihat bîra tu kesî
Li wan cihê bersiv tunebûn ez dibûm pirs.
Bêdengiyeke bêqisur bû
şeqameke bihêwirze. Û feqîrî diherikî
perên bajêr
ligel sêvên rizî. Berê wan li çiyê bû
qehweyên feqîr. Û bêhna titûnê dihat
ji riha min a hêj derneketî! Xwudê xira
bike! Vaye cendekek dî jî,
Li meydanê. Çimkî birîndar kirin av, berê
xwe da baxçê xwe
û şewitî ejderha. Lê belê pirsek mabû:
Bi kû re derdikeve rê piştî çiyayeke
bêhnteng?
Mîna mareke fosforkî dikişkişî trên
diçûm nêçîra stêrkan piştî terewîhan. Çi
qas xewgerok hebin
di xew de digerin. Çi qas xewgerok hebin
li ser xwe digerin. Li ber dergehê ezmên
heyv,
bûk û zavayên nûzewicî li ser bên,
berê qozka xwe didim daran. Tê bîra min
ziravê min diqeta
dema dora şivaniya min dihat. Min jî
distirand
bi dengê xwe yê zarok êşên mezinan
Hinekirî bû pora dayika min.
Zanim dayê esmer î tu, diranên te
yên zêr hebûn. Niha nemane. Te rêya xwe
şaş kir
û tu bûyî du şeq dema ez anîm dinyayê.
Mîna
cewrikekî mezin bûm, tirsiyam ji kûçikan
tisîna maran ku min ji çîtan çêkiribû ji
xwe re
di devê min de. Berev payîza xwe ve
diherike
aveke çirav. Dengek û tehnek. Li ba dibe
dengvedana
tenêtiyeke kevn. Sermiyanên cîranan
dibihurin
di ber deriyê me re
Nehewce ye bejim yadê, mirin ji me ne dûr
bû.
Li malê albûmek nebû bi kêfxweşî em lê
binêrin
li ciheke ji vir dûr; ku te jî nedizanî li
kû
roj mîna şîna ezmên sayî bû. Têrbûn
hebû li wir. Hebûn hebû! Min go
bi dilêrî xirecir, tevz û tinaz û bêbextî.
Çû bihurî
leylanek bû bi eks û inyad bi ser min de
dihat xwar
şaş mam, eniya min fireh bû. Ez dîn bûm
Zarokek nehs û nesekinî min da ber singa
te
Paşê heyv derket. Min dît. Bi gavên
xemgîn û mexrûr tu ketî ser rê
Di zikê te de xuşk û birayên min. Ji bo
şoreşên feqîr
jiyaneke nû bîne yadê; zanim ji te tê
De ka zû bike yadê ba û bahoz diricife ji
derve
min bişîrve bike. Min bişû. Min bi xew ve
bibe
Ceyranê bitefîne, pisînga feqîr bila
nexape bi siya xwe
Xweyîmirê çima heyf û mixabin ji bo çi
rijiya ser
wan eynikên ku dixukin destên min. Ji ber
ku ez ne
xelet bim bi min ez karim bêjim ku ez
kuştim
nizanim bi çend puntoyan. efendiyên ku
nizanim mehê çend
hezar dolar meaş distînin û hemû ew
hevkarên wan.. bê ka çawa çêbûye
dîsa jî neheq in bi qasê xwudê. Ji bo
nimûne
em bêjin ku meselen çivîkek te dî
carina em bêjin salê carekî çawa û di
kîjan şert û mercan de
bêje jî strana xwe he-
ta daristan jî belê dengê xwe dibirre
portreyek suje fon an
bi nezaketa tremolo çawa çêbûye nizanim
lê ka ji xwe re li vê ecêbê binêrin
gotareka xwînî ya qenciyê ye bi xof û tirs
Pênûsa min a pêxwas perçiqand dilê peyvan.
Bi
nivîsên xwe bûm nola çîrokan. Ne rastî me
êdî
ne jî zindî. Bi herfên xwe hêrand min ew
dema
turinc. Êvar mîna dayîkên feqîr dilwas û
dilgiran bû
li benda min bûn hostêsên dullarî,
hemşîreyên zayînê
paşê evîn hebû, belkî we bihîstibe ji
derinan. Wekê malê diziyê
min veşart ji xelkê li wir. Min da xwe û
xwe kar kir, ça ma li wir. Ez rabûm
çûm sêşemê, ne eyb û ne fihêt. Destên wê
hebûn ne yek û ne dido. Dayîkek
kurek û çend mirovên ji devera behra reş. Qehwexane
sînema werhasil, min dar dan ber maçan di
dohên
jibermayî de. Siya pozbilind ya xwudayê
xurifî:
çû borî ji caman ew xewna hezar salî.
Sihûda kurmikan bû
zêdetir dibû hingî dimir. Zarokekî pirsî:
mamê min
kîjan e ji wan? Min jî lêda ketim nav jînê
wisa xeydok û wisa bêhnteng
Mêrên desthişkole
dema çirrandin zikê axê; jin e
ya ku avê maç dike û dimeyîne. Lehîyek e
ya ku bi ser me de tê;
we qet nedîtiye qey? Teybeke manuel bû şev
baveke ji derpê.
Artêşeke şikestîbû bavê min. Çîrokbêjek bû
ku
bi şev dihat ji wan cihên kesî nediwêrî
nava rojê heriyê
suretê avê bû bavê min. hêdî hêdî
û bi hêminî dihate xwar ji devderiyan.
Tenûr, Têcirên pêz..
û li sûka titunfiroşan xirecir. Bavê min
çavên wî diçû ser şikestekan. Dihat diket
nav behra xeman
Bavê min mêtingehek bû, heta êvarê bêdengî
dibir
ji bo mengeneyan. Bêdest bû. Teniya
feqîriyê bû bavê min. Şivan bû. Digirî û
hey digirî
mîna tizbiyan. Carina min digo qey çivîkek
e
daniye ser rê serê wî. Kedkar û
û ji şij û kevirên çêm paqijtir. Heyber
li ser kevalan bimîne bila. Îdolên mar
û xezalan. Û ya ku xwe li pûrtên felekê
dipêçe
Navûnîşan: îsa, babîl û Silêman. Belkî
Xwudê bi xwe bû
bavê min; min ji xwe re ji miriyekî
çêkiribû
Û mîna şaxên kezaxtî bêsebr
xwe ji ser çîtan re diqevêze xortaniya min.
Û li
bajarên dûr, vagonên xurde, birçîtî
xwekuştinên bi hênceta evînê. Mîna ewrên
stewr
bi gurmînî pîr û kal dibe bavê min.
zêdetir dişibe
axê destê wî hingî diçe. Bi dengê hemsalên
min ên mirî dikene
û mîna şaxên kezaxtî ser guhê xwe re
davêje
helbestên min tê de jê re behsa xwe kirî;
ev qerta min e!
ez ê li vir bim, li erafê
hingî dema agirê kesk bikoje jiyan û mirin
bavê min ê her bavê min be
Bi mitrîbûneke sifir gelek bajar li dû xwe
hêliştin min
li ber min spermên xwînî yên dînîtiyê. Hej
stûyê min kir
ji lew pê re dilê te ji xwe hêlişt. Wa
duwaroj min seh dikî;
heyfa koregirêk, çîroka biçekî zû biçekî
dereng!Min rahişt çakêtê xwe
û lêda derketim ji hemû dilên ez lê, kenê
xwe bi min kirin, na ne rast e, naa
ez naqehirim û li ber jî nakevim, min
bawerî bi duwarojê nîne
zencî me ez: dengê min bed e, bejna min
kinik
roj dema mîna cîranên cirnexweş bar dike
diçe, bi devê
kotî miskînekê heram ez ê maç bikim
herkesî
Nav goştê min de hêliştin jinan diranên
xwe. Calîbanek bûm
dehbe û dirrinde. Quwîna duwarojê. Ew qasî
xemgîn bûm
ku dihatin bi ser min ve dibûn hemû ew
qazaxên kevnik, qehbikên frîgîde
û destên reşgirêdayî. Kêfa min ji wan re
hat heta çend mehan
mîna yê rêwingekî qutifok bû çavê wan.
Pîyesek tewş û rastgo
di gola xwe de şil. Bêjin bila jê re bêjin
avzeneke xemrî ji bo wan cihnivînan.
Mîna poreke levdayî betilandin min ew
û pirsî ji wan:
qenebe bi qasê rûnivînekî hûn nikarin xwe
li min ragirin gelo?
ji nişkê ve diçirriya zikê wan, diketim
hindur. Mirin
û pê re jî bahoreka havînî. tolazê dilzîz.
Min go we
hej min bikin. Ji xwe divê mirov hej
kabûsa xwe bike
Min lotus nexwar tu cara. Û ji bîr nekir
welatê xwe
heta car hat ji min re digotin xayîn jî
zanim. Xemgîn im
bi qasê cendekekî li nav du parzemînan de
dirêjbûyî
li pêşiya muxalîfên bi hemdê xwe.
Begzadeyên esilzade,
min go, gûyê hiznê dibare ser şevê de. Ji
xwe ji hemûyan
bêtir min bêriya şînê kiribû. Belê xwe
kerr kirin
qelemên sefîl. Dan rê û çûn çi qas qeşmer
hebin
sernerm û sivik. Li wan malan belê
li kîjan malan razberkirinek bû belê jiyan
heta belkî lûksek
ax siyaseta kurd bira ye bi mirinê re
Bi hespên textik min li pey xwe hêlişt çol
û devî. Û bi qasê
sivoriyekî bizdaham ji bajêr. Lê min karî
vekim
deriyê vê gumana qerrase. Stranên nûjen
min strandin li wir. Qederekî dilop kir,
bi dilxweşî; min seyand xaniyê xilwetê.
Min da rê
û gurand çermê xwe di rê de. Min da rê
di rê de mîna zilamekî xirûxalî. Ez Selîm
Temo;
Yanî hîç kesek. Bi kîn û rikeke safî
dinêrîm
li Dinyayê. Mîna şimikên kevn şerm dikim
ji dengê xwe.
Selîm Temo
Wergerandina ji Tirkî ji bo Kurdî
(Kurmancî); Pezkûviyê Cûdî
Têbinî; ji bo wergêrraneke baştir rexne û
pêşniyarên xwe binivîsin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder